Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wîlayeta Nevada Dengdanê ji bo Kandîdên Demokrat Dike


Li wîlayeta Nevada ya rojavayê Amerîka îro Şemiyê xelk dengên xwe didin kandîdên xwe yên demokrat.

Dengdana Nevada ew pêşbirka sêyem a kandîdên democrat e, piştî yên wîlayetên Iowa û New Hampshire li bakurê rojhilatê welêt.

Li tersî Iowa û New Hampshire, ku piraniya xelkê wan spî ne, Nevada wîlayeteke bêhtir pir reng e. Dora nîva xelkê wê spî ne, nêzîkî 30% Spanî, 10% Afrîqiyên Amerîkî û 10% jî Asyayî ne.

Berpirsên partiya demokrat li wîlayeta Nevada hêvî dikin di veqetandina dengan de, şaşiya wîlayeta Iowa dubare nebe ku di encama karnekirina appeka telefonê de hejmartina dengan bêbaweriyek encam da.

Berpirsên Nevanda planên bikaranîna heman appa wîlateya Iowa qedexe kirin û dê li cihê wê appeka ku berê li ser amîrên IPadê hatine daxistin bikar bînin.

XS
SM
MD
LG