Partîya Komarî pêşhilbijartinê duyê ya jibo dîyarkirina berbijarê seroktîyê li New Hampshire li dar xist.
Di pêşhilbijartinê de Serokê berê yê Amerîka li hember Nikki Haley bi ser ket.
Trump piştî eşkerebûna encaman dîyar kir ku jibo Haley şeveke xirab e û ser wê got ku ew sextekar e.
‘’Wek ku ew bi ser ketiye diaxife, lê ew bi ser neket.’’ Trump got û dîyar kir ku ew çi bike jî ne xema wî ye.
Haley jî piştî encaman dîyar kir ku pêşbazî didome û got ku ew şervan e û li hember Trump bi tenê ew maye.
Wê bang li Trump kir ku ew di bernameyeke dîbeytê de derkeve pêşberî wê.
Bi encamên New Hampshire çaverê ye hin Komarî bang li Haley bikin u ew ji pêşbazîyê vekişe.
Piştî pêşhilbijartinên pêşî yên li Iowa, ku Trump bi ferqeke mezin bi ser ketibû, Walîyê Florîda Ron DeSantas, Vivek Ramaswamy û Asa Hutchinson ji pêşbazîyê vekişîbûn.
Piştî vekişînê, DeSantis û Ramaswamy piştgirî dan Trump û Hutchinson jî dîyar kir ku ew alîgirê Haley e.
Jêder: VOA, Reuters