Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton û Trump di Pêşhilbijartinên New York de Biserketin


Hilary Clinton ji Demokratan û Donald Trump ji Komariyan di pêşhilbijartinên New York ê de serkeftin bidest ve anîn.

Bi serketina Clinton û Trump di pêşhilbijartinên serokatiya Amerîka yên eyaleta New York de ku, gelek giring dihatin dîtin, herdu berbijêr nêzîkî namzetiya serokatiyê dibin.

Doh roja sêşemê pêşhilbijartinên eyaleta New York li bakûrê rojhilatê welat de, bi dawî bûn, di encama van hilbijartina de berbijêra Demokratan wezîra derve ya berê Hilary Clinton li pêşiyê bû, zêdetirî yek Mîlyon deng bidest xistin, ev deng dibin rêjeya 57.9% ya dengderan û hejmara delegeyên ku bidest xistin 139 delege bûn.

Hevrikê Clinton ji heman partiya Demokrat Bernie Sanders 752 hezar deng bidest xistin, ev jî dibe rêjeya 42.1% ya dengderan û hejmara delegeyên bidest xistin gihan 106 delegeyan.

Donald Trump û endamên malbata wî li New York
Donald Trump û endamên malbata wî li New York

Di asta Komariyan de, Mîlyardêr Donald Trump di asta pêşiyê da bû, wî 518 hezar deng bidest xistin ku dibe rêjeya 60.5% ji dengderên Komariyan, hejmara delegyan giha 89 an.

Hevirkê Trump ji partiya Komariyan Senator Ted Cruz herçende 123 hezar deng bidest xistin lê nikarî bû bi tenê yek delege jî, qazanc bike.

Piştî pêşhilbijartinên serokatiya Amerîka yên eyaleta New York ê bidawî bûn, encamên giştî yên pêşhilbijartinan yên herdû partiyan heta niha wehane:

Komarî, Donald Trupm 845 Nûner, Ted Cruz: 559 Nûner, John Kasich 147

Demokrat, Hilary Clinton: 1902 Nûner, Senator Bernie Sanders: 1182

XS
SM
MD
LG