Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibistanên Bajarê New Yorkê Dê Heta Dawiya Salê Girtî Bimînin


Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio
Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio

Şaredarê bajarê New Yorkê Bill de Blasio îro Şemiyê got dê dibistanên giştî heta dawiya sala xwendinê girtî bimînin, wek rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê ku bajar bi tundî tûşî wê bûye.

De Blasio di konferanseke rojnamevanî de got:

“Biryara ku em nikarin îsal dibistanan vekin bi êş e, lê ez dikarim bêjim ku ew tiştekî durist e.”

De Blasio di 16 meha Adarê de biryara girtina dibistanan da û armanca seretayî ew bû ku di 20ê vê mehê de dibistan careke din vebin. Lê wî got diyare ew armanc ne riyalîst bû, çimkî bajarê New Yorkê yek ji navçeyên herî germ ên vîrusa korona ye li Amerîka.

XS
SM
MD
LG