Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Times: Îraq Alîkariya Îranê Dike


Îraq alîkariya Îranê dike herçende ceza û embargoyên aborî ji layê Amerîka û civaka navneteweyî ve li dijî Tehranê hatîne ragihandin, li gor rojnama New York Times.

Rojname radigihîne ku Îraq alîkariya Îranê dike da ku Tehran xwe ji bandora wan ceza û embargoyan rizgar bike.

New York Times li ser zimanê karbidestên Amerîkî û Îraqê raidigihîne ku karbidestên Îraqî bêdeng in beramberî bazirganiya ne qanûnî ligel Îranê. Herwiha karbidestên hikûmeta Îraqê, di nav de kesên nêzîkî serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî, mifaye li bazirganiya bi Îranê re dikin.

Li meha bihurî jî hikûmeta Amerîkî bankeka Îraqî, ya bingeh li Bexdayê, dana lîsta reş ji ber têkeliyên wê bi Îranê re.
XS
SM
MD
LG