Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banga Abdullah Ocalan Bi Kêfxweşî Hate Pêşwazî Kirin


Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan li pîrozbahîya herî mezin ya Newroza Dîyarbekirê, îro Pêncşemê bangeke dîrokî ji serhildayên PKK’ê re kir ku xwest şerê çekdarî dawî bînin û hêzên xwe vekişînin derveyê sînorê.

Serokê PKK’ê di banga xwe de ku ji zîndana Girava Îmralîyê radigihîne dibêje, îro serdemeke nû destpê dike û derî li pêvajoya sîyaseta demokratîk vedibe.

Di nirxandinên pêşîn de, jiber rêvekirina li sîyaseta demokratîk û dawîanîna şerê çekdarî, banga Ocalan bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Her çiqas destpêkê daxuyanîyên fermî ji alîyê karbidestên hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ve nehatin dayîn jî, Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Muammer Guler got, divê em berhem û encama vê bangewazîyê bibînin.

Li ser tora civakî ya înternetê jî gelek wezîr û karbidestên AK Partîyê ku yek ji wan Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek bû bi Kurdî Newroz pîroz kirin û bendewarîyên xwe yên jibo aştîyê anîn ziman.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Gursel Tekîn jî her ku li ser naveroka banga Ocalan ti daxuyanî neda jî da zanîn, mûxatabê wan ne Ocalan e, lê Serokwezîr Erdogan e ku ew li benda daxuyanîyên Serokwezîr in.

Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ku ji destpêka pêvajoya çareserîyê ve dijberîyê dike, piştî bangewazîya Abdullah Ocalan li Newroza Dîyarbekirê hate xwendin, bêyî ku ti daxuyanîyekê bide, gruba xwe ya parlamanê civand.
XS
SM
MD
LG