Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewletê Newroz li Stenbolê Qedexe Kir


Qedexeya Newrozê li Stenbol
Qedexeya Newrozê li Stenbol

Partiya Demokrat ya Gelan (HDP) ku ji hêla komiteya amadekariyê li qada Bazara Gel a Bakirkoy ya Stenbolê ku, xwestin di 20 ê Adarê de, Newroz pîroz bikin rastî astengiya asayişê hatin.

Li gelek deverên Tirkiyê Newroz ji ber qedexeyê nehat pîrozkirin li stenbul, İzmir,Edene, Riha û gelek bajarên din ji ber qedexeya ji aliyê walitiyê ve hatî dayin, newroz nehat pîroz kirin.

Serokê komiteya amadekariya newrozê ya Partiya Demokrat ya Gelan (HDP) Suat Çorlu ji Dengê Amerika re, axifî, Çolu anî ziman ku, di ava çend salên borî de me li gelek dewerên Tirkiyê newrozê wekî cejnê piroz kir heviya me ew bu ku em îsal jî bê bûyer bernama xwe pêk bînin û me dixwest hestên xwe yên aşîtiyê û biratiyê bînin ziman.

Suat Çorlu da zanîn ku bernameya newrozê ji hêla walitiyê hatiye qedexekirin û ev biryar biryarek ne hiqûqî ye.

Li gel qedexê û astengiya Walîtiya Stenbolê bi sedan kes ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê bibin berê xwe dan Qada Newrozê.

Girseyên ku ji çar aliyên Stenbulê berê xwe dan Bakirkoyê li gelek ciyan rastî astengî û êrîşên polîsan hatin.

Qedexe kirina Newrozê li Stenbul
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00

Herwiha ez jî ji bo şopandina newrozê li qadê bûm min xwest ji bo nûçeyan çend dîmen bigirim û rastî lêdana polîsan hatim. Her ciqas min got ez rojnamevana Dengê Amerika’yê me jî bawer nekirin. xwestin nasnameya min bibînin piştî ku, min nasnameya xwe nîşan da raste rast bi ser min de meşiyan û gotin di nasnameya te de Diyarbekir/Lîce dinivîse tu, nikarî derbas bibî li ser vê yekê polis min derb kirin.

XS
SM
MD
LG