Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newt Gingrich li 3 Eyaletên Girîng di Rêza Yekê de ye


Berbijarên seroktîyê yên Komarî bi hevre ne
Berbijarên seroktîyê yên Komarî bi hevre ne

Di berbijarîya seroktîyê ya Komarî de, piştgirîya jibo Newt Gingrich berdewam zêde dibe.

Gingrich ku serokê berê yê Kongresa Amerîkî di pirsnameyeke îro Pêncşemê de, li sê eyaletên girîng -- Florida, Ohio û Pennsylvania di rêza pêşîn de ye.

Pirsnameya Zanîngeha Quinnipiac nîşan dide ku dengdêrên Komarî bi ferqa 18 heta 27 ji sedê piştevanîya Gingrich dikin, li hember walîyê berê yê Massachusetts Mitt Romney.

Serokê berê yê Kongresa Amerîkî, Newt Gingrich li nav hemî berbijaran di rêza yekê de ye, piştî ku karsaz, jiber tawanên destdirêjîya seksî piştgirîya xwe ji dest dabû û dû re jî dest ji kêbirkeya berbijarîyê berdabû.

XS
SM
MD
LG