Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York jiber Cureya Nû ya Vîrusa Korona Karantîna Mecbûrî Radigihîne


Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo û Bajavanê New York Cityê Bill de Blasio
Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo û Bajavanê New York Cityê Bill de Blasio

Eyaleta New York ya Amerîka jiber cureya nû ya vîrusa korona bo kesên ji derveyî welêt tên karantîna 14 rojî mecbûrî kir.

Bajarvanê New York City Bill de Blasio da zanîn ku karbidest dê di peyvajoya karantînê de serdana kesên ji derve hatine bikin.

Bill de Blasio dîyar kir ku kesên li gor şertên karantîna tevnagerin bi 1000 dolarî werin ceza kirin.

Wî da zanîn ku hemî rêwîyên firînên navneteweyî kirine divê agahîyên xwe yên xwe peywendîyê bidin.

Cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî di 13’yê Berfanbarê de li Kent ya li başûrê Brîtanya hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG