Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Dike


Eyaleta New Yorkê jiber kêmbûna pêketin û mirinên ji vîrusa korona jimareke tedbîran sist dike.

Li bajarê New Yorkê hemî salonên sporê, bi şertê ku ew deh ji 10 sedê kapasîteya hejmara temaşevanan bistînin jinûve vebûn.

Ji hefteya pêşî ya Adarê pê ve, li mekanên girtî yên kafe, bar û restoranan dê kapasîteya bo hejmara mişterîyan ji 25 ji sedê rabe 35 ji sedê.

Dîsa di Adarê de sînema jî bi şertê ku hejmara temaşevanan bi kapasîteya ji 25 ji sedan, 50’î derbaz neke, dê jinûve vebin.

Ji Pêncşemê pê ve dê li dibistanên navîn perwerdeya rûbirû destpê bike.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio dîyar kir ku lîsê jî dê heta çend hefteyan vebin.

Blasio da zanîn ku her roj pirtir kes vaksînên vîrusa korona li xwe didin û ew jiber wê bo vebûna lîseyan geşbîn e.

XS
SM
MD
LG