Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo: Hejmara Mirîyan Zêde Dibe


Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir li New Yorkê hejmara pêketîyên vîrusa korona b3uye 37,258 û 385 kesan jiber wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

Cuomo di preskonferansekê de da zanîn ku pisporên saxlemîyê dibêjin ku ewê hejmara pêketî û mirîyan zêdetir bibe.

‘’Bi tenê do 18650 test hatin kirin. Em dixwazin hejmara testan zêdetir bikin û zêdetir pêketîyên vîrusa korona tespît bikin.’’ Cuomo got.

Wî dîyar kir ku 5327 pêketî li nexweşxaneyan têne derman kirin û da zanîn ku alîkarîya hikûmeta federal ji wan re êdî hindik e û budçeya wan xirab bûye.

XS
SM
MD
LG