Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşxaneya Kobanê Kêmahîya Alav û Karmendên Pispor Dikşîne


Nexweşxaneya Kobanê
Nexweşxaneya Kobanê

Li Kobanê tenê Nexweşxaneya Netewî heye ku bê pere xizmetê dide rûniştvanên herêmê Kobanê, lê ev nexweşxane ji kêmbûna alav û pisporan dijwarîyan dikşîne.

Rêvebirîya nexweşxanê dibêje ku piştî vekişîna rêxistinên xêrxwazî yên navnetewî ji Kobanê alîkarîyên wan yên ji nexweşxaneya Kobanê re sekinî û ew jî bandoreke xirab li dermangeha nexweşxanê kir.

Rêvebirîya nexweşxanê bal dikşîne ku pir derman li ba wan nemane û êdî ew nikanin jibo nexweşan hin cureyên dermanan peyda bikin loma nexweş neçar dimînin ji dermangehên derve bi bihayên giran dermanan bikirin.

Li Nexweşxaneya Kobanê, ku di 2016an de hat vekirin, bilî bi dehan amelîyatan mehê dora 8000 nexweş tên derman kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Kobanê tenê 3 nexweşxane hene û Nexweşxaneya Netewî, ku ji alîyê Rêvebirîya Xweser tê rêvebirin, bê pere xîzmeta hemwelatîyan dike.

XS
SM
MD
LG