Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewata li Nexweşxaneyeke Îraqê 66 Kes Kuştine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku bi şewateke li nexweşxaneyeke vîrusa korona ya li başûrê Îraqê 66 kesan canên xwe ji dest dane.

Reutersê da zanîn ku di şewata li Nasirîyê de pirtir ji 100 kes jî birîndar bûne.

Nasnameyên 21 terman jiber agirê can şewitandine hîn nehatine tespîtkirin.

Karbidestên Îraqî dibêjin ku gumanên pêşî raber dikin ku şewat do Duşemê bi şev bi peqîna tanka oksîjenê çêbûye.

Jêderên xwecihî didin zanîn ku nasên hêrsbûyî yên mirîyan li pêş morga nexweşxaneyê li benda terman sekinîne.

Hin welatîyên Îraqî yên li pêş nexweşxaneyê kom bûne, berpirsan jiber binpêkirina tedbîran tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG