Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîjerya Geştiyarên ji Tirkiyê, Brazîl Û Hindistanê Qedexe Dike


Arşîv: Wergirtina vaksîna AstraZeneca ya li dij (COVID-19) li Abuja, paytexta Nijeria 31ê Adarê, 2021.

ABUJA, 2ê Gulanê – Desthiladarên Nîjerya hatina geştiyarên ji Hindistan, Brazî û Tirkiyê tên, qedexe dike jiber belavbûna vîrusa korona li wan welatan, ev yek roja Yekşemê ji Civata Serokatiya Nîjerya hat ragihandin "Yên pasporta Nîjerî nebe û yê rûniştavanê welat nebe û sefera Brazîl, Hindistanê di 14 borî de kir be û bixwaze bihê di nav axa Nîgerya de, dê daxwaza wan bihê red kirin," Boss Gidahyelda Mustapha berpirsê serokatiya Nîjerya yê arastekirina girêdayî COVID-19 ev yek di daxuyaniyekê de daye ragihandin.

Daxuyaniya serokatiya Nîjerya dide zanîn ku ev biryara qedexekirinê dê 4ê Gulanê bihê cîbicîkirin.

Doh Şemiyê Nîjeriya 43 haletên tûşbûna vîrusa korona tomar kirbûn ku hejmara giştî ya tûşbûyan li wî welatî gehiştiye 165,153 kes û 2063 kes jî mirine.

Nexweşxanên Hindistanê pirr bûne ji tûşbûyên vîrusa korona ku 10 roje her rojê 300,000 tûşbûyên nû tên tomar kirin û şewitandina cendekan zêde bûye, pirraniya malbatan biserê xwe li çareseriyan digerin û herwildana dîtina derman û oksicînê didin.

Li Brazîl jî dawiya meha Adarê rêjeya tûşbûyên vîrusa korona daketbû xwar lê dîsan jî li gor pîvanên dîroka derketina vîrusê hêjî li wî welatî asta tûşbûyan biline.

Li Brazîl asta miriyan gelek zêdeye welatê duyane li cîhanê bo hejhmara miriyên vîrusa korona û piştî Amerîka tê.

Li Tirkiyê jî, "qedexeya derketinê ya giştî" yehe li ser astê seranserî welat, ji roja Pêncşema borî ev biryar hatiye standin û dê heta 17ê meha Gulanê berdewam bibe, da ku sinorek bo hejmara miriyan û tûşbûyan bihê danîn ku welatê 4'ê ye li cîhanê li ser astê kesan û welatê rewşa wî ya herî xerabe di nava weltên cîhanê yên mezin de.

XS
SM
MD
LG