Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşa Stenbûlê Digire Ser Xwe


Rêxistina Dewleta Îsalmê (DAIŞ) roja Duşemê êrîsa şeva sersalê li Stenbûl ya li dij Yaneya Şevê girt ser xwe û da zanîn ku milîtanên wan ew êrîş encam daye.

Di êrîşê de heta niha 39 kes kuştî û 70 kes birîndar in, hêzên ewlekariyê li bikerên çalakiyê digerin, hêjî êrîşkar nehatiye desteserkirin.

Îro rêxistna Dewleta Îslamê (DAIŞ) di daxûyaniyekê de ragihand ku yek ji (serbazên Xîlafetê) ew çalakî encam daye.

Sibeya ser sala 2017an, roja yekşemê kesekî êrîş bir bû ser yaneya şevê ya bi navê (Reina Nightclub) li Stenbûl, dema êrîş pêkhatî nêzîkî 600 kes di avahiyê de bûn.

Berpirsên dewleta Tirk roja Duşemê dan xûyakirin ku, liser vê êrîşê 8 kes hatine girtin, lê kesê êrîşkar hêjî nehatiye dîtin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di peyameka nivêskî de, ev êrîş weke êrîşeke hovane binav kir, herweha got "Ewê Tirkiye bi şêweke yekgirtî rê nede yariya qirêj ya terorîrstan".

Piraniya serokên Cîhanê xembariya xwe li hember êrîşa Stenbûlê dan diyarkirin. Serokê Rûsya Vladimir Putin herweha serkirterê giştî yê Netewên Yegirtî Antonio Guterres bi peyamên xwe xembariya xwe li hember êrîşê parve kirin.

Wek tê zanîn ji hejmara 39 kuştiyên bûyera Stenbûlê 25 jê biyanî ne, ji welatên Urdon, Lûbnan, Israel, Saudiya Arabî, Iraq û Canada.

XS
SM
MD
LG