Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Çekdaran de 9 Kes li Nîjerya Hatin Kuştin


Li Nîjerya, jimareke çekdar teqe li karmendên saxlemîyê kirin û herî kêm 9 kes kuştin.

Karbidestên Nîjeryayî dibêjin, ew bawer dikin ku çekdar endamên gruba Boko Haram ya Îslamî ya tundrê ne.

Karbidest herwiha dîyar dikin ku çekdar li Kano êrîş birin ser 2 deverên din ku karmendên saxlemîyê jibo perpûna feleca zarokan karê xwe dikirin.

Hate ragihandin ku di êrîşan de jimareke kesên din jî birîndar bûne.

Nîjerya yek jî kêm welatên cîhanê ku nexweşîya feleca zarokan belav e. Nexweşî taybetî li bakurê welêt gelek tê dîtin ku gruba Boko Haram lê aktîf e.

Boko Haram rêxistineke Îslamî ya tundrê ye û şer dike ku şerîatê bîne Nîjeryayê.
Tê bawer kirin ku ev rêxistin ji kuştina, herî kêm 3.000 kesan berpirs e.
XS
SM
MD
LG