Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Xwekujî de 30 Kes li Nîjerya Hatine Kuştin


Berdevkê artêşa Nîjeryayî, Badare Akintoyeji Reuters re ragihand ku di êrîşeke xwekujî de 30 kes îro Înê li bajarokê Madagali ya bakurê rojavayê Nîjerya hatine kuştin.

Akintoyeji ragihand ku kesên ku êrîşa xwekujî pêk anîe, du jin bûn û 57 kesên din jî di peqînê de birîndar bûn.

Akintoyeji eşkere nekir ku kî ji êrîşê berpirs e, lê wî da zanîn ku hêzên ewlekarîyê hemî pîvanên pêdivî standine ku nehêlin êrîşkeke din biqewime.

XS
SM
MD
LG