Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke de 2 Polîs li Nisêbînê Hatin Kuştin


Wêneyeke arşîvê ji Nisêbînê

Karbidestên Tirk dibêjin, serhildayên Kurd otomobîlek li nêzîkî polîsxaneyekê peqand û 2 polîs di encamê de hatin kuştin, dora 35 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin ku êrîş li bajarê Nisêbîn ya ser tixubê Sûrîyê pêk hat.

Hêzên ewlekarî yên Tirk vê gavê dijî serhildayên PKKê operasyonan dikin.

Tê texmîn kirin ku piranîya qurbanîyan polîs in, lê herî kêm 2 ji wan sîvîl in.

Dîdevan dibêjin ku jiber êrîşa hêzdar zîyanên mezin di navenda polîsan de çêbû.

XS
SM
MD
LG