Bajar û herêmên Kurdan, li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê ev zêdetirî 3 mehane di rewşeke ewlekarî pir xirab de, derbas dibin.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê bi behaneya hebûna çekdaran li hind taxan, herêmên weke Sura Diyarbekir, bajarê Cizîrê, Hezexê, Şirnêxê û niha Nisêbîn û Geverê bombebaran dike.
Li gor belgename û daxuyaniyên nefermî heta niha nêzîkî 500 000 kes koçber bûne, ew li seranserî Tirkiyê û bajar û herêmên kurdan belav bûne.
Îro li bajarê Nisêbînê, pevçûn û peqînên dijwar hebûn, rewşa ewlekariyê li bajêr û herêmên dewrober gihaye asta herî bilind.
Hevserokê şaredariya Nisêbînê Cengîz Kok ji Dengê Amerîka re xuya kir ku, her çende hewildan hene ku tenahî peyda bibe û cardin muzakere destpê bikin, lê xuyaye ku plan navendi ye û hikûmeta Enqerê dixwaze ev rewş berdewam bibe.
Temamiya hevpeyvîna li gel hevserokê şaredariya Nisêbînê guhdarî bikin.