Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarê Kurd yê Navdar Mehmet Bayrak li New York'ê ye


A protester throws stones at riot police during clashes at Tahrir square in Cairo November 26, 2012.
A protester throws stones at riot police during clashes at Tahrir square in Cairo November 26, 2012.

Lêkolînerê Kurd yê navdar Mehmet Bayrak ku nivîskarê gelek pirtûk û nivîsaran e, îro Yekşemê li bajarê New Yorkê penelek pêşkêş dike.

Panel ji alîyê Civata Kurdî û Amerîkî ve tê organize kirin û babeta wê jî Kurd û Alevîtî ye. Birêz Bayrak di pêşkêşkirina xwe de wê qala Alevîtîyê bike û li ser dîrok, bawerî û nasnameya Alevîyan rawiste.

Heta niha 24 pirtûkên nivîskarê hêja Mehmet Bayrak hatine çap kirin ku hemî jî çavkanîyên gelek girîng yên li ser dîrok û nasnameya Kurdan in.

Hinek ji wan kitêbana ev in: Navdarên Kurd û Kurdistanê, Belgeyên Kurdolojîyê, Ji Dîrok Heta Îro Jinên Kurd, Pirsa Kurdî û Çareserîya Demokratîk, Reqs û Stranên Muzîka Kurdî, Kilamên Gelerî yên Kurdan, Qirkirina Dersîm û Koçgîrîyê, Qirkirinên Alevîyan û Alevîtî û Kurd.

Panela Mehmet Bayrak roja Yekşemê di demjimar 2'yan de destpê dike û navnîşana cîyê panelê jî ev e:

The Riverside Church

490 Riverside Drive

New York, NY 1002

Navnîşana malpera Civata Kurdî û Amerîkî jî www.usakurds.org e û hun dikarin agahîyên zêdetir li ser xebatên vê rêxistinê bi rêya vê malperê hîn bibin.

XS
SM
MD
LG