Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Peqîneke de Kuştî û Birîndar li Nîjeryayê Hene


Di encama peqîneke li dikaneke fîşekên hawayî (fireworks) de, bi kêmî ve 1 kes li bajarê Lagos yê Nîjeryayê hate kuştin

Peqîna roja Çarşemê dikan wêran kirin û bû sedema şewatekê ku zîyan gihand çend avahîyên din jî.

Hate ragihandin ku piştî pirtir ji 5 demjimêran jî agir hîn jî nehatibû vemirandin.

Nûçegihanekî Dengê Amerîka li Lagosê dibêje, karbidest kuştina kesekî piştrast kirine, lê jiber şewatê nasnameya wî nehatîye dîyar kirin.

Karbidest herwiha dibêjin ku 40 kesên din jî bi rêjeyên cuda di nav agir de hatine şewitandin.

Ajansa rêvebirina awarteyan li Nîjeryayê dibêje ku dikan bi wan fîşekên hawayî hatibû tijî kirin.

Ajans herwiha rêxistinên ewlekarîyê dê sedema şewatê vekolin.
XS
SM
MD
LG