Artêşa Seulê îro Şemiyê got Korya Bakur çar mûşekên balîstîk yên kurtavêj ber bi deryayê ve havêtine.
Serfermandariya Hevbeş ya Koreya Başûr di daxuyaniyekê de got, "ji Tongrim, parêzgeha Pyongan ya Bakur, îro spêdê demjimêr nêzîkî 11:32 heta 11:59 mûşek hatine havêtin ber bi Deryaya Rojavayê ve.
Li alîyê din ve Karbidestekî wezareta berevanîyê li Seûlê gote AFP balafira bombe havêj ya stratejîk B-1B ya Amerîkî dê roja Şemîyê beşdarî rahênanên esmanî ya hevbeş ya berdewam bibe digel Koreya Başûr, ku ew jî nîşana hêzê ye piştî havêtina mûşekan ji alîyê Koreya Bakur ve.
"Balafira bombe havêj ya stratejîk B-1B tê plankirin ku beşdarî rahênanên piştî nîvro bibe," rayedarî got, bêyî ku hûrguliyên zêdetir bide.
Di heman çarçovê da Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser daxwaza Amerîka, Brîtanya, Albanya, Fransa, Îrlanda û Norwêcê duh Înê civîyan û derbarê firandinên mûşekî yên Korya Bakur gotûbêj kirin.
Deh endamên nedaîmî yên Konseya Ewlehîyê ku Hindistan, Brezîlya û Meksîka jî di nav de ne, di daxuyaniyeke hevpar de havêtina mûşekên Korya Bakur şermezar kirin.
Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield, 59 mûşekên balîstîk yên Korya Bakur ku îsal havêtine wek " karesatek" bi nav kir.
Balyoza Amerîkayê Linda Thomas-Greenfield herwiha di civîneke Civata Ewlehîyê li Netewên Yekgirtî da got ku ceribandinên mûşekî yên Korya Bakur henekên xwe bi Civata Ewlehîyê dike.
"Bêdengiya ker ya Ciwata Ewlehîyê ya li ser vê mijarê bi heman rengî karesatek e," wê gote Ciwata Ewlehîyê ya 15 welatan, ya ku daxuyaniyek nedaye û ambargoyên li ser Korya Bakur zêde nekirine ji ber helwesta wê ya neqanûnî.
Çîn û Rûsyayê jî dijberîya xwe dîyar kirin. Heta Çînê banga sivikkirina ambargoyan li ser Pyongyangê kir. Rûsyayê jî Amerîka bi gurkirina aloziyan tawanbar kir.
Thomas-Greenfield got, her du welatan jî rahênanên leşkerî yên hevbeş yên Amerîka û Korya Başûr wekî sedema bilindbûna alozîyan li Nîvgirava Koryê nîşan dane.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Înê mûşekên Korya Bakur şermezar kir û ji Pyongyang xwest ku "her kiryarên nerewa yên din rawestîne."
Jêder: AFP