Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda jiber Belavbûna COVID-19 Pîvanên Nû Radigihîne


Hikûmeta Hollanda îro Duşemê hemberî belavbûna bûyerên vîrusa korona ya pêla duyê hinek tedbîr û qedexeyên nû ragihandin.

Di nav tedbîr û qedexeyên nû de, demên girtina zûtîrên yên bar û xwaringehan û sînordarkarina rêwîtiya di navbera bajarên mezin de heye.

Pîvanên tedbîran ku di nav de li paytext Amsterdam û bajarên din yên mezin li cîhên raya giştî karanîna maskên qumaş yên rûyan mecbûr dike, piştî rêjeyên peketinên nû yên vîrusê yên rojane ji tomarên rekorî yên meha Nîsanê derbaz kir, hat dî yar kirin.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte da zanîn ku rêgezên tedbîran jiber leza belavbûna vîrusê bi mecbûrî hatine ragihandin.

"Bi xwezayî dê ev pîvanana encamên aborî yên neyînî hebana. Lê, hiştina belavbûna vîrusê, tevî zarara aborî jî dê bibe sedema encamên mezintir yên xirab," Rutte di preskonferanseke medyayê de got.

Di çerçova pîvanên nû de bilî rewşên awarte yên pir hewce dike, pêwîste ku xebatkarên karsazîyan ji mal bixebitin û herwiha divê bar û xwaringeh jî heya saet 10'ê şevê werin girtin.

Ji mirovan re hat gotin ku rêwîtîya ne bingehîn ya di navbera bajarên Amsterdam, Rotterdam û Den Haagê de neyê kirin. Dê li wan bajaran destûr hatiye dayinê firoşgehan ku heke kiryar maskan li xwe nekin, ew dikarin firotana tiştan bo van kesan red bikin.

Hejayî bal kişandinê ye ku Enstîtuya Neteweyî ya Saxlemîyê (RIVM) îroja Duşemê 2.914 bûyerên nû yên COVID-19 ragihand, ku ev hejmar tenê ji tomara herî bilind ya hemî deman ya roja Yekşemê ya 2.995 peketinan hinek kêm e.

XS
SM
MD
LG