Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyon: Navbera Îraq û Kurdan Agirbest Pêk Nehatiye


Kolonel Ryan Dillon
Kolonel Ryan Dillon

Berdevkê koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka dibêje ku wî bi çewtî ragihand ku di navbera hikûmeta Îraqê û Kurdan de agirbest pêk hatiye.

Kolonel Ryan Dillon dibêje ku danûstandin berdewam dikin û pevçûn jî bi kindemî sekînine, lê heta niha agirbesteke fermî nehatiye ragihandin.

Reutersê demeke zûtir ya îro ji zarê berdevkekî koalîsyona navnetewî li Bexda ragihandibû ku li hemî enîyên şer agirbest hatiye ragihandin.

Peywendîyên navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê gelek aloz in, piştî ku Kurd referanduma cuhêbûna ji Îraqê pêk anîbûn û bi awayekî xurt daxwaza serxwebûnê kiribûn.

Hêzên hikûmeta Îraqî û Haşda Şaabî, wek bersîvdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, di 16’ê Cotmehê de êrîşeke surprîz li hember bajarên bin kontrola Kurdan kiribû.

Operasyona berfireh ku armanca wê kontrolkirina herêmên kêşeliser, xalên sînorî û zevîyên petrolê ne ku hem Bexda, hem jî Hewlêr ji xwe re dixwazin.

XS
SM
MD
LG