Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelatgirên Nobel Bang li Lukashenko Dikin ku Pirtir Girtîyên Sîyasî Berde


Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko
Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko

55 kesên ku Nobelê sitandine bi nameyeke vekirî bang li rêberê Belarûsê Alexander Lukashenko kir ku pirtir girtîyên sîyasî berde.

Komeke mafên mirovan serê vê mehê ragihand ku 18 girtîyên sîyasî yên li Belarûsê hatine berdan.

Name ji alîyê 3 xelatgirên wêjeyê, ku di nav wan de nivîskara Belarûsî Svetlana Alexievich jî heye, 7 xelatgirên aştîyê û 45 xelatgirên zanist û aborîyê ve hat îmza kirin.

‘’Nayê qebûl kirin ku mirovên li welatê we sirf jiber bawerîyên xwe bi awayekî giran werin darizandin û bikevin bin şertên giran. Mafê her mirovî heye ku xwedîyê nêrînekê be û jibo vê takekesîyê jî rêzdarîyê heq dike.’’

Xelatgirên Nobelê di nameyê de dîyar kir ku niha jibo Lukashenko fersend çêbûye ew giranî û dilovanîya xwe nîşan bide û li hember welatîyan wek rêberî bi berpirsî tevbigere.

Viasna, ku komeke Belarûsî ya mafên mirovan e, serê vê mehê dîyar kiribû ku 18 girtîyên sîyasî hatine berdan ku di nav wan de muxalîfê dêrîn Ryhor Kastusiou yê bi pençeşêrê ketî jî heye.

Lê ji bilî wê lêborîna kêm caran hatiye dîtin, bi qasî 1400 kes jiber kiryarên xwe yên sîyasî di girtîgehan de ne.

Lukashenko piştî hilbijartinên ku li gor muxalefetê û hikûmetên Rojavayî bi hîle bûn, jibo derbê li protestoyên berfireh yên aştîyane xe sala 2020’an zexteke tund karanî.

Ew rêberê ku yek ji hevbendên nêz yên Serokê Rûsya Vladimir Putin e, 30 sal in Belarûsê bi rêve dibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG