Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Nadia Murad û Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018'an


Komîteya Nobelê ya Norwêcî roja Înê ragihand ku Murad jibo xebatên xwe yên li dij tundîya seksî, hat xelat kirin ev xelata tevî Nadia ydidin doktorê Kongoyî Denis Mukwege, ku alîkarîya qurbanîyên tundîya seksî dike.

Nadia Murad sala 2016an hêjayî xelatê Sakharov yê ramanê hat bû dîtin, Netewên Yekgirtî jî di heman salê de ew weke balyoza niyet başiyê ragihand, Nadia yekemîn kese li cîhanê dibe balyoza niyet başiyê ya bazirganiya bi mirovan.

Nadia Murad û Xelata Nobel ya Aştiyê ya 2018an, mijara bernama Hello Washington bû. Sê kesên hêja yên ku keda wan di rizgarkirin û çareserkirina keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞ'ê dihatyin rizgar kirin de hebûn.

Dr. Mirza Dinayî, rêvebirê "Pira Esamnî Îraq-Almaniya "Luftbrûeke Irak", Dr. Nagha Nawzad, doktora ku gelek çareserî û alîkarî daye rizgarbûyên destê DAIŞ li kampên Êzidyan li deşta Mûsil û Herêma Kurdistanê, herwiha birêz Xeyrî Bozanî, rêvebirê karûbarên Êzidiyan di wezareta ewqafê de ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi hever danûstendin li ser mijarê encam dan.

Birêz Mîrza Dinayê got"Xelat girtina Nadia, dikare bibe sembola yekgirtina caivak Îraqî, weha bike ku hikûmeta Îraqê berê xwe bide qurbaniyên destê DAIŞ'ê û alîkariya wan bike".

Birêz Dr. Nagham Nawaza got"Xelata ku dane Nadia, nûnertiya xelatkirina wan hemû jin û kesan dike yên dibin qurbana şîdet û şeran", dîsan got ew serfiraziyeke bo civaka Êzidî, ya Kurd û ya Îraqî jî.

Herwiha birêz Xeyrî Bozanî di berbnama Hello Washington de got "Pîrozbahiyê li Nadia Murad, civka Êzidî ş hemû Kurdan û Îraqyan dikim ku, ev tiştek dîrokî û girnge", Bozanî, civaka navnetewî rexne kir û got ku li hewara gurbaniyên destê DAIŞ'ê nehatin, ew barê giran her hemû li benda hikûmeta Herêma Kurdistanê hiştin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:10 0:00

XS
SM
MD
LG