Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Zanyarên Amerîkî Xelata Nobel ya Bijîşkîyê Werdigirin


Du zanyarên Amerîkî îro Duşemê Xelata Nobel ya Bijîşkîyê ya sala 2021’ê wergirt jiber vedîtinên wan derbarê wergirên germ û destdanê. Komîsyona Nobel dibêje ku ev vedîtin rê jibo çêkirina dermanên êşbirinê vekir.

Zanyarên Amerîkî David Julius and Ardem Patapoutian dê 1.15 mîlyon dolar wekî xelat werbigirin.

Civata Nobel li Enstituya Karolinska ya Swedê got ku “van vedîtinan rê daye me ku em fêm bikin çawa germ, serma û hêza mekanîkî dikarin reaksyona rehan destpê bikin ku dihêlin em bi cîhana derdora xwe hest bikin.”

Civatê herwiha got ku “ev zanîn êdî tê bikaranîn jibo peydakirina dermanan bo gelek nexweşîyan, di nav de jî nexweşîyên demdirêj.”

Patapoutian sala 1967an ji dê û bavekî Ermen li Libnanê ji dayik bûye û di temenekî genc de hatîye Amerîka. Ew wekî profesor navenda Scripps Research ya lêkolînan dixebite. Berê ligel gelek cîhên din wekî Zanîngeha Kalîfornyayê û Enstituya Kalîfornya ya Teknolojî jî kar kirîye.

Julius jî 65 salî ye û li bajarê New York ji dayîk bûye. Ew wekî profesor li Zanîngeha Kalîfornyayê li San Francisco kar dike. Berê jî li Zanîngeha Columbia li New Yorkê kar kirîye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG