Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Zana Dibin Xwediyên Xelata Nobel ya Kîmyayê


Sê zana îro Çarşemê di biwarê Kîmya de xelata Nobel wergirtin, ev xelat li dor pêşxistina biçûktrîn maşînên cîhanê hat bexşîn, maşînên ku, dikarin bibin şoreşek di tekolojiya kompûterê de çêkin û cûreyek din yê patiriyan biafirîne.

Zanyê Fransî Jean-Pierre Sauvage, jidayîkbûyê Birîtanî Fraser Stoddart û yê Holandî Bernard Feringa 930 hezar dolarên xelatê parvekirin ji bo çêkirin û siwarkirina maşînên gelekî biçûk, li gor akadêmiya Siwêdî ya zanistan.

Maşînên ku, di asta beşên xwe de hezar qatî ji dava pora mirovan biçûktirin, dê berê Kîmyayê bidin pêşketinên nû.

Akademî dibêje ev maşîn dê, di biwarê pêşxistina tiştên wek madeyên hestdar yên sîstemên enerjiye de, bêne bikaranîn.

Akademî dîsan dibêje, motora van maşînan niha di heman astê de ne yê ku, jeneratorên elektirîkê tê de bûn di salên 1830 de.

XS
SM
MD
LG