Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norîk Musoian: Xewna Min Ku Ez Li Kurdistanê Pêşangehekê Vekim


Civata kurdî ji demek dûm û dirêj li Ermenistanê cih girtiye û ji wir derbasî hin welatên din yên Sovyata berê bûn, ku Rûsiya yek ji wan welatan bû. Li Mosko ya paytext civatek kurdî dijî û li wir hîna ziman û çanda papêrên xwe parastina.

Hunermendê şêwekar Norîk Musoian yê 18 salê yek ji cortên çalakin di wê civatê de, ku di dema dawî de xelata baştirîn nîgar wergirt di festîvala Navnetewî ya Abstraktê de li Mosko.

Norîk li Ermenistanê ji dayik bûye û nuha ew û malbata xwe li Mosko dijîn.

Xwendina şêwekariyê li navenda hunerî li Mosko xwendiye û ya din jî musîk ya kilasîk ji li wir xwendiye , her wiha jî ew lîstkvanê Cîdo ye.

Lê belê ya herî girîng ew e ku dayika Norîk, Seda Musoian ya piştevan bû ji wî re û wî da pêş.

Norik Musoian
Norik Musoian

Koka malbata Seda ji aliyê Wanê ne, û derbasî Ermenistanê bûne, Seda li wir ji dayik bûye, û nuha li Mosko dijî û mamsoteya zimanê Rûsî û Ingilîzî ye.

Seda bi kedek mezin kurê xwe ji ziman, çand û kelepora kurdan dûr nexistiye û herdem piştevaniya wî kiriye.

Norîk û dayika xwe , bal kişandin bê çend girîng e keç û kurên kurdan li çanda xwe xwedî derkevin û wê bi miletên din bidin naskirin.

Hezkirina kurdan bi çand û kelepora xwe cihekê meizn di hunera Norîk de digire û xewne jê re ku rojekê li bajarekî kurdî pêşangehekê veke .

Seda dibêje, Huner û xwendin dikarin civatê ji wendakirinê biparêze û wê bide pêş û serkeftî be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:02 0:00


XS
SM
MD
LG