Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku NY Vekolînê li ser Rewşa Mafên Mirovan Koreya Bakur Bike


Piştgirîya navnetewî zêde dibe ku Neteweyên Yekbûyî vekolîneke fermî li ser ku rewşa mafên mirovan ya li Koreya Bakur bike ku di warê mafên mirovan de yek ji welatên herî xirab ya cîhanê ye.

Amerîka do Pêncşemê ragihand, ew dê piştevanîyta vekolîneke Neteweyên Yekbûyî bike. Berdevka Wezareta Derve Victoria Nuland di daxuyanîya xwe de got, rewşa mafên mirovan li welatê komunîst ber bi xirabûnê ve diçe.

Xanim Nuland got, em piştgirîya vê hizrê dikin ku mekanîzmeyek were ava kirin ku li ser zêdegavîyên mafên mirovan li Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê vekolînan bike.

Berpirsa Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Navî Pillay, meha borî banga vekolîneke navnetewî kiribû.

Xanim Pillay gotibû ku di rewşa mafên mirovan de, di bin rêbertîya serokê nû Kim Jong Un de ti pêşketin pêk nehatîye.

Dîplomatên Japonya û jimareke welatên Yekîtîya Ewropa îşaret dabûn ku ew dê pitgirîya hewleke wiha bikin.
XS
SM
MD
LG