Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Oldarekê Kurd li Oslo Destpê Dike


Dadgehkirina Oldarekê Kurd li Oslo Destpê Dike

Li gor ajansa Associated Press, oldarekê Kurdê Îraqê bi tawana terorê li Norwêcê tê dadgehkirin.

Dozgerê Norwêcê Geir Evanger dibêje, Mela Krêkar bi xetaya gefa kuştina sîyasetvanan û handana êrîşên xwekujî hatîye tawanbarkirin.

Eger tawanbarkirina Krêkar bihête piştrastkirin, dibe ku cezaya 20 salên zindanî li dijî wî bihête ragihandin. Dadgehkirina wî roja Çarşemê li Oslo destpê dike.

Krêkar li sala 1991’ê çû Norwêcê û piştî li wî welatî akincî bû, wî serdana Îraqê kir û komela Ensar El Îslam damezrand.

Ensar El Îslam di lîsta Amerîkî ya komelên teroristî de ye.

XS
SM
MD
LG