Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Novavax Dibêje Vaksîna Wê Pirtir jî % 90 bi Bandor E


Kompanîya bîoteknolojî ya Amerîkî Novavax îro Duşemê ragihand ku vaksîna wê ya di asta cerbinadinê de, dijî nexweşîyên semptomatêk pirtir ji % 90 bi bandor e.

Novavax da zanîn ku vaksîna wê ya bi navê NVX-CoV2373, ku li ser bingeha proteînê hatiye çêkirin û dijî rewşên navîn û giran yên COVID-19 de % 100 parastinê diafrîne.

Komapanîyê dîyar kir ku vaksîna wê di 119 navendên curbicur de, li ser nêzî 30 hezar kesên li Amerîka û Meksîko hatine ceribandin.

XS
SM
MD
LG