Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Novavax jibo Vaksîna Xwe Daxwaza Destûra Awarte Dike


Kompanîya dermançêkirinê Novavax û Enstîtuya Serumê ya Hîndistanê îro serî li Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) da ku jibo vaksîna dijî korona destûra awarte wergire.

Novavax, îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku wê û Enstîtuya Serumê ya Hîndistanê berê jî serlêdana xwe pêşkêşî karbidestên Hîndistanê kiribû.

Novavax dibêje ku parastin û veguhastina derziyên wê li gor derziyên din hêsantir e.

Ger WHO serlêdanê bipejirîne, vaksîna Novavax dikare di programa parvekirina vaksînê ya gerdûnî bi cîh bigire.

Gelek welatên xizan ji mêjve li benda vê vaksînê ne ku hemwelatîyên xwe hember vîrusa korona derzi bikin.

Pisporên saxlemîyê jî geşbîn in ku ew vaksîn dikare bibe alternatîfeke xurt ku Novavaxê di Hezîranê de ragihandibû ku bandûrbûna wê di asta % 90 de ye.

Novavax, ku navenda wê li istana Maryland ya Amerîka ye, bi hevbendîya vaksînê Gavi re peymanek îmza kiribû ku 350 mîlyon dozên vaksînê bişîne programa COVAX ya bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG