Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsia û Tirkiye li Ser Rewşa Efrînê Komdibin


Danûstandin û civînên girêdayî Efrîn û herêmên bakurê Helebê di navbera Rûsia û Tirkiye de didomin.

Herî dawî hin çalakvanan ragihand ku herdu alî li Balafirgeha Minix ya li Herêma Şehba kombûne, her wiha li hundir Efrînê jî civîn li dar xistine.

Dor armanca van civînan û mijêran hatine rojevê, rojnamevan Elî Roj agahî parve kirin: “Vekirina rêya bazirganî di navbera Kilis, Ezaz û Helebê de hatiye nîqaş kirin, ku ev xwesteka Rûsya ye”.

“Her wiha di civînan de Tirkîyê xwestiye dagîrkerîya xwe ya li Efrînê weke hebûneke rewa ji alîyê Rûsia ve bê erê kirin, tevî ku rejîm û Îran ji vê yekê ne razî ne”, Roj dîyar kir.

Her di vê çarçovayê de Roj balê dikşîne ser bargeh û dîwarên ku artêşa Tirk li başûr û rojhilata Efrînê ava dike anko li deverên sînordar bi Şehba û yên di bin kontrola rejîmê de.

Roj vê yekê weke beşekî ji li hevkirinên Rûsî û Tirkî dibîne û armanc û encaman wiha pêşbîn dike: “Avakirina dîwar û bargehan dê rewşê hîn aloztir bike, ku Tirkîyê dixwaze rê li ber vegera Efrînê bigre û rewşeke weke Iskenderonê peyda bike”.

XS
SM
MD
LG