Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WP: NSA Gelek Caran Qanûn Binpê Kiriye


Rojnameya Washington Post dinivîse ku Ajansa Ewlehîya Netewî (NSA) her sal bi hezaran caran desthilata xwe ya qanûnî derbas kiriye û çend qanûnan jî binpê kiriye.

Rojname dibêje, kiryarên wiha destpê kirin, piştî ku Kongres di sala 2008’an desthilata NSA firehtir kir.

Di nûçeya rojnamê de tê gotin ku gelek kiryarên neqanûnî yên şopandin û çavdêrîkirina Amerîkî û hemwelatîyên bîyanî hatine kirin, tevî zagonên dijber û fermana seroktîyê bizavên wî rengî sînordar dikin.

Rojnameya New York Times jî ji zarê rêvebirê Sendîkaya Azadîyên Sîvîl ya Amerîkî (American Civil Liberties Union), Jameel Jaffer radigihîne ku hin kiryarên NSA ji yên din zirabtir in, lê bi ew gişî ecebmayî bûne,

Washington Post dîyar kir ku wê ew belgeyên nepênî berî hefyeyekê ji Edward Snowden wergirtin.
XS
SM
MD
LG