Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxwazên Hikûmeta 'NUG' ya Myanmar'ê Bo Destpêkirina Diyalogê


Li Endonezya, hilcivîna Komeleya Neteweyên Rojhilatabaşûr ya Asyayê (ASEAN) ya li Myanmar
Li Endonezya, hilcivîna Komeleya Neteweyên Rojhilatabaşûr ya Asyayê (ASEAN) ya li Myanmar

Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî ya Demokrasîxwaz (NUG), ya Myanmar'ê, dîyar kir ku heya îro Çarşemê tevahîya girtîyên sîyasî neyên azadkirin dê danûstandinên ser krîza welat qebûl nekin.

NUG ku tê de endamên meclîsê yên ku ji hêla derbeyê ve hatine daxistin, got ku divê Komeleya Neteweyên Rojhilatabaşûr ya Asyayê (ASEAN) wek nûnerê rewa yê gel tevbigere.

Serokwezîrê NUG, Mahn Win Khaing Than li ser mijarê bi daxuyanîyeke ragihand.

"Berîya dîyaloga avaker pêk were, divê bê şert û merc serbestberdana gîrtiyên sîyasî di nav wan de serok U Win Myint û serokwezîr Daw Aung San hebe," Thang got.

Komeleya ASEAN dijî cuntaya leşkerî ya ku nêzî sê meh berê dest danî ser desthilatdarîya welêt hate damezirandin.

ASEAN, hewl dide ku bo alozîya li Myanmar çareserîyekê peyda bike û jibo bidawîkirina tundîyê dixwaze tevahîya alîyan hevrik lihev bîne.

Lê cuntayê, pêşnîyarên çareserkirina krîza ku ji hilcivîna ASEAN ya dawîya hefteya borî derket holê, red kir.

General Min Aung Hlaing yê Myanmar beşdarê hilcivînê bû, lê ji alîyê sîvîlan ve kesek nehatibû vexwendin.

ASEAN heya niha li ser mijarê ti şîrove nedane. Artêşê di 3'ê Şibatê de jiber gilîyên ser sextekarîyên hilbijartinê ji hêla komîsyonek hilbijartinê ve nehatiye nirxandin, dest danîbû ser desthilatdarîya welat.

Li Myanmar ji darbeyê vir ve li serenserê bajar û bajarokên welêt xwepêşandanên demokrasîxwaz didomin.

Li gor komên mafan, hêzên leşkerî dijî xwepêşanderan hêza kujer bikar tîne heya niha herî kêm zêdeyî 750 kes hatine kuştin û pirtirî 3400 kes hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG