Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Osama Nûceyfî: Referenduma Herêma Kurdistanê Bû Dîrok


Cîgirê Serokê Îraqê Osamq Nûceyfî got, encamên referanduma Herêma Kurdistanê gelek xirab û nerênî bûn jibo Kurdistanê û jibo serkêşên wî projeyi, lê divê gefeya bikarînana hêza leşkeri rawestê.

Nûceyfî gote TV al-Hurra, ew piştevaniyê li helwêstê Bexdayê dike jibo bihêzkirina rolê xwe yê sivîl bo çavdêriyê liser jêderên dahat û xalên sinûr û firokxanan û firotna neftê, lê bikarînana hêzan li dijî herêmê pêşêliya destûrê Îraqê ye.

Nûceyfî pesna Mesud Barzanî da wek rêberekî dîrokî û bi rûmet li cem Kurd û Îraqiyan, lê ew berpirse ji rijdiya xwe jibo encamdana referendumê û destjikarkişana wî dergehê danûstandinê bo çareserkirina şaştiyan vekir.

Nûceyfî bi berdewamî got ku referendumê çi karîgerî li ser rewşa Îraqê ne ma. Li cem Kurdan rewa be yan na li cem me bû dîrok û Amerîka kû dostê Bexda û Herêmê ye dikare navberiyê bike û çavdêriya danûstandinên herdû layenan bike û boçonên wan nêzîkî hev bike.

XS
SM
MD
LG