Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîka Daxuyanîya Ocalan Erênî Dinirxîne


Hikûmeta Amerîkî jî daxuyanîya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi erênî nirxand. Berdevka Wezareta Derve Xanim Victoria Nuland got, Amerîka xêrhatina daxuyanîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike ku dawî li tundûtûjîya sî salî tîne ku bibû sedema kuştina gelek kesan û wêranbûna gelek jîyanan.

Victoria Nuland bi berdewamî got ku hikûmeta Amerîkî piştgirî li hewlên hikûmeta Tirkîyê û hemî alîyên danûstandinan dike ku destxistina çareserîyeke aştîyane dike armanc. Bi vî awayî, hem demokrasîya Tirkîyê dê pêşde here û hem jî, jîyana hemî hemwelatîyên Tirkîyê de baştir be.

Berdevka Wezareta Derve Xanim Victoria Nuland eşkere kir ku Amerîka dê, piştgirîya gelê Tirkîyê bike ku bizavê dike kêşeya heyî bi aştîyane çareser bike û ber bi paşerojeke geşbîntir here.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî, banga rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya aştîyê bi erênî pêşwazî kir. Birêz Erdogan got, artêşa hikûmeta wî dê operasyonê leşkerî rawestîne, eger serhilda dest ji şer berdin.

Rêzdar Erdogan ew daxuyanî roja Pêncşemê li Hollandayê da. Gotinên wî hêvîyên qedandina şerê bi dehan salan xurtir kir.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di peyama xwe de ku do Pencşemê li Dîyarbekirê hatibş xwendin, dîyar kiribû ku dema şerê çekdarî dawî bûye.

Ocalan banga agirbestê kiribû û ji PKK’ê xwestibû ku çekdarên xwe derxîne dervê tixubên Tirkîyê.

Di pîrozbahîya girseyî ya Newrozê de, bi sed hezaran kes li Dîyabekirê civîyabû ku sersala xwe pîroz bikin û dîdevanî li peyamên girîng yên Ocalan bikin.

Di pîrozbahîyê de, nameya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji alîyê parlamenterên BDP'ê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder ve hatibûn xwendin.

Abdullah Ocalan ragihandibû ku ew êdî dest bi qonaxeke nû dikin.
XS
SM
MD
LG