Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Civata Nûneran Guherîna Paketa Alîkarîyê Red Dikin


Endamên Civata Nûneran ya Amerîka hewildanên ser guherîna budçeya hikûmetê û alîkarîyên bo vîrusa korona, ku paketeke 2,3 trîlyon dolarî bû, red kirin.

Serok Donald Trump dîyar kiribû ku divê paketê de zêdekirina alîkarîyên bo hemwelatîyên Amerîka jî di nav de hin guherîn çêbin û gef xwaribûn ku ewê bernivîsê îmza neke.

Demokratên li Civata Nûneran ser alîkarîya rastexwe ya bo hemwelatîyan, ku Trump xwestibû ji 600 dolarî rabe 2000 dolarî, ketin hewildanan, lê Komarî dijî wê hewildanê rabûn û rê li ber wê girtin.

Komarîyan jî li ser daxwaza Trump xwestin ku rêjeya alîkarîya bo dewletên derve biguherînin, lê ew jî Demokratan red kir û piştre Civata Nûneran rûniştina xwe bi dawî kir.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku ew dê roja Duşemê ser zêdekirina alîkarîyên bo hemwelatîyan dengdanê çêkin.

Bi vî awayî rîska ser girtina hikûmetê û bo bi mîlyonan Amerîkîyan jî nestandina alîkarîya diravî didome.

Di bernivîsa 2300 dolarî de, 900 mîlyar dolar bo Amerîkîyên jiber vîrusa korona bêkar û kêşeyên aborî re rûbirû mane hatibû veqetandin.

Jiber ku Komarî û Demokratan bo paketê li hev kiribûn çaverê bû ku Trump jî paketê îmza bike, lê wî bi awayekî surprîz da zanîn ku ew dixwaze ku alîkarîya rastexwe ya 600 dolarî ya bo hemwelatîyan bibe 2000 dolar.
Trump herwiha xwest ku alîkarîyên diravî yên bo welatên derve jî werin guherandin.

Piranîya Demokratan dibêjin ku alîkarîya bo vîrusa korona kêm e û ser daxwaza Trump ya zêdekirina alîkarîyê piştgirîyê didin wî.

Komarî di danûstandinan de dijî zêdekirina alîkarîyên rastexwe derketin û xwestin ku ku paketa alîkarîyê ji 1 trîlyon dolarî kêmtir be.

Qesira Sipî hîn ti daxuyanî nedaye û Serok Trump bo betlaneya Noelê li Florîda ye. Bi vî awayî niha ne zelal e ku Trump dê paketê îmza bike yan ne.

Çaverê ye ku Civata Nûneran roja Duşemê ser bernivîsa budçeya berevanîyê jî, ku Trump veto kiribû, dengdanê çêke.

XS
SM
MD
LG