Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Alîkarîya 2000 Dolarî Pejirand


Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat in, daxwaza Serok Donald Trump ya ser çekên alîkarîyê yên 2000 dolarî yên bo vîrusa korona pejirand.

Bernivîs li Civata Nûneran li hember 134 dengan bi 275 dengan hat pejirandin, lê hîn nayê zanîn ku ewê rewiş li Civata Senatoran çi be.

Kongresê hefteya borî paketa alîkarîyê ya 900 mîlyar dolarî pejirandibû, bes Serok Trump xwestibû ku alîkarîya rastexwe ya 600 dolarî ya bo hemwelatîyan rabe 2000 dolarî.

Lê îmzanekirina bernivîsa ku tevî budçeya hikûmeta federal 2,3 trîlyon dolarî bû, guman çêkiribûn ku hin beşên hikûmetê roja Sêşemê weirn girtin.

Ger Serok Trump bernivîs îmza nekira, 14 mîlyon Amerîkîyan dê alîkarîya demkî ya bo bêkaran nestanda û girtina hin beşên hikûmetê jî dê bo bi mîlyonan karmend federal rîsk çêkira.

Komarî û Demokratan bang li Trump kiribûn ku bernivîsê erê bike û wî pêr Yekşemê bernivîs îmza kiribû.

Endamên Demokrat yên Civata Nûneran dîyar kirin ku ew ser alîkarîya rastexwe ya 2000 dolarî wek Trump difikirin.

Di dengdana li Civata Nûneran de ji Komarîyan 130, ji Demokratan 2 û ji serbixweyan jî 2 endam dijî alîkarîya 2000 dolarî deng dan.

Hin senatorên Komarî balê dikişînin ku zêdekirina alîkarîyê dê bike ku bo bernivîsê bi mîlyarên dolarên din werin veqetandin.

Li ber e ku Civata Senatoran îro Sêşemê bicive.

Rêberê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnell hîn ser dengdana li civatê ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG