Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Civata Nûneran Dosyeya Împîçkirinê Dan Civata Senatoran


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, du xalên ser sedemên împîçkirina Serok Donald Trump îmza kirin.

Civata Nûneran bi 228 dengên erê beramber 193 dengên na biryar dabû ku du xalên împîçkirinê bişîne pêş senatoran.

Heft endamên Civata Nûneran yên dê li Civata Senatoran wek dozger kar bikin, tev meşîyan avahîya Civata Senatoran û dosyeya ser sedemên împîçkirinê dan wir.

Agahdarkirina fermî ya ser sedemên împîçkirinê dê ji alîyê heft endaman ve îro Pêncşemê li Civata Senatoran çêbe.

Serokê Qanûna Bingehîn John Roberts, ku dê darizandina li Civata Senatoran birêve bibe, dê li civatê sond bixwe.

Piştî sonda Robert, senatorên dê wek jurî kar bikin jî dikin yek bi yek sond bixwin.

Bi vî awayî darizandina li Civata Senatoran ya bo peyvajoya împîçkirinê bi fermî destpê bike.

Li ber e ku rûniştinên sereke yên ser împîçkirinê roja Sêşemê destpê bikin.

Ji alîyê din ve qelemên ku Pelosi bo îmzayê bikar anî dê wek bîranîn bidin endamên Kongresê.

Trump dê dîroka Amerîka de bibe serokê sêyan yê dijî wî darizandina împîçkirinê çêbûye.

XS
SM
MD
LG