Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

29 Endamên Civata Nûneran Dijî Tirkîyê Bernivîsa Toleyan Pêşkeş Dikin


29 endamên Komarî yên Civata Nûneran ragihandin ku ewê dijî Tirkîyê bernivîseke toleyan pêşkeş bikin.

Serokê Komarîyên Civata Nûneran Kevin McCarthy da zanîn ku divê bo operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê bersîveke tund were dayîn.

Liz Cheney yê Komarî bi bîr xist ku di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ji hevalbendên wan yên Kurd bi hezaran kes hatine kuştin û dîyar kir ku Tirkîye jiber êrîşa dijî wan divê bi encamên giran re rû bi rû bimîne.

Berî endamên Civata Nûneran, ji Civata Senatoran, Senatorê Komarî Lindsey Graham û Senatorê Demokrat Chris Van Hollen dijî Tîrkîyê bernivîsa toleyan hazir kiribûn.

XS
SM
MD
LG