Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bernivîsa Ser Toleyên Dijî Tirkîyê Pejirand


Civata Nûneran bernivîsa ser toleyên bo Tirkîyê yên jiber operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê pejirand.

Li gor bernivîsa hatiye pejirandin, dê dijî Tirkîyê di gelek qadan de tole werin ragihandin û ser hebûna Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û ya malbata wî raporek were hazir kirin.

Bernivîs li hember 16 dengan bi 403 dengan hat pejirandin.

Serokê Komîsyonê Peywendîyên Derve yên Civata Nûneran û endamê Komarî Mike McCaul di 17’ê Cotmehê de bernivîs hazir kiribûn.

Hinek karbidestên Tirk di lîsteya toleyan de ne û bernivîs rê li ber Artêşa Tirk digire ku bi serbestê çekan bistîne.

XS
SM
MD
LG