Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Amerîka yê Rojhilata Navîn Destbi Danûstandinên Aştîyê Dike


Nûnerê Amerîka yê Rojhilata Navîn George Mitchell, destbi danûstandinên nerastxwe xwe yên gera pence kir, li navbêra Îsraîlî û Fîlîstînîyan.

Mitchell destbi peywira xwe ya nû ya aştîyê kir, piştî Wezîrê Derve yê Îsraîlî Avigdor Lieberman got, damezrandina dewleteke Fîlîstînî ya heta 2012ê ne mimkun e.

Lê, Mitchell da zanîn ku Welatên Yekgirtî dê giwaştinê bike, jibo çareserîya du dewletî.

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu gotîbû, ew dem û dest danûstdinên rastxwe dixwaze, ligel Fîlîstînîyan. Lê, Serokê Fîlîsîtîn Mahmud Abbas gotîbû, şerta wan ya destpê kirina danûstandinên rastexwe ev e ku, Îsraîl ava kirina wargehên nû yên Kenara Rojava bi yekcarî bicemidîne.

Birêz Netanyahu, sala çûyî biryara cemidandina wargehên nû ya 10 mehî kirîbû, ku meha Îlonê bi dawî dibe.

XS
SM
MD
LG