Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Annan: Kêşeya Sûrî di Rojekê de Çareser Nabe


Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî mîsyona xwe ya li Sûrîyê didomînin ku dawî li xunrijandin û tundîya li wî welatî bînin.

Ahmed Fewzî, berdevkê nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Kofi Annan li Cenevre’yê ji rojnamevanan re got, nîşane hene ku şert û mercên plana aştîyê têne cîh anîn.

Di nav planê de sekinandina şerê navbera hêzên hikûmetê û hêzên opozîsyonê jî cîh digire.

Ahmed Fewzî got, kêşeya ji salekê dirêjtir, nabe ku di nav rojekê de yan jî çend hefteyan de were çareser kirin.

Bi alîyekî din ve, hêzên cîhanê gefê li Serokê Sûrî Beşar Esed dikin ku toleyên aborî yên dijî Sûrîyê pirtir bikin.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton roja Înîyê bang li Çînê kir ku hîzra cezayên nû li hember hikûmeta Sûrîyê bike.

XS
SM
MD
LG