Ajansa Reuters radigihîne ku şaxa El Qaydê li Sûrîyê, Nusra ku yek jî hêzdartirîn komên serhildayan e, îro Înîyê banga gêşkirina şerê dijî hikûmeta Beşar Esad û hevalbendên wê kir.
Rêberê Nusra Abu Mohamad al-Golani, di peyameke dengî de ku Orient TV weşand, ji alîgirên xwe xwest ku “pêgirîya xwe xurt bikin û êrîşên xwe gurtir bikin”.
“Divê firokên wan û hejmara mezin ya şervanên wan, çavê we netirsînin,” Golanî di mesaja xwe de, bi berdewamî got.
Pisporên herêmî bal dikşînin ku bi vê daxuyanîya Nusra, xem û gumanên ser serketîbûna rêkeftina sekinandina neyartîyan jî pirtir dibin.
Hikûmeta Sûrî û komên serhilda qayil bûn ku di rêkeftina sekinandina neyartîyan de, ku li ber e îşev têkeve merîyetê, cîh bigirin.