Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Berdevkê Nusra di Êrîşên Esmanî de li Surîyê Hate Kuştin


Çend çekdarên Nusra

Ajansa AFP radigihîne ku di êrîşên esmanî de berdevkê El Nusra Abu Firas el-Sûrî jî nav de, jimareke endamên wê komê li Sûrîyê hatine kuştin.

El-Sûrî ku navê wî yê rastîn Radwan Nammous bû, li Afganistanê dijî Sovyetê şer kiribû û li wê derê rêberê El Qaydê Usama bîn Ladîn û damêzrênerê cîhada gerdûnî Abdullah Azzam nasîbûn.

El Sûrî di sala 2011’ê de vegerîbû Sûrîyê ku şerê dijî Esad û hêzên Rojavayî bike.

Di dema êrîşên esmanî de, El Sûrî ligel rêberên din yên Nusra di civînê de bû, dema firokan roja Yekşemê li Kafar Jales ya bakurê rojavayê Sûrîyê li wan dabûn.

XS
SM
MD
LG