Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Çekdarên Nusra Firokeke Sûrî Anî Xwarê


Piştgirên Nusra

Ajansa AFP radigihîne ku El Qayde ya Sûrî, Nusra îro Sêşemê li firokeke cengî ya rejîma Sûrî xist û ew li ser bajarokê El-Eis ya bakurê Sûrî gêr kir.

AFP ji zarê jêderên serhilda dide zanîn ku firokevanê firoka gêrkirî ji alîyê Nusra ve bi saxî hatiye girtin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku çekdarên Nusra firoka Sûrî anî xwarê û bi îhtîmala mezin pîlotekî Sûrî ew firok kar tîna.

Hêjayî bîrxistinê ye, Nusra ne di çarçoveya rêkeftina sekinandina neyartîyan e ku bi navbneynkarîya Rşsya û Amerîka, di navbera hikûmetê û hêzên serhilda yên necîhadî de pêk hatiye.

Hêjayî balkişandinê ye, Nusra û hevalbendên wê roja Înê hêzên ser bi rejîmê ji bajarokê El-Eis ya stratejîk derxistibûn.

XS
SM
MD
LG