Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Biryara Hinartina Çavedêran Bo Sûrîyê Pejirand


Civata Ewlekarîya Neteweyên Yêkgirtî li ser hinartina tîmek berahîyê ya çavedêran bo Sûrîya ding da, cihê ku seray wê agir-besa lerzok ya di navbera hêzên hikûmetê û opozisyonê de raport li ser tundûtîjîyan hebûn.

Roja Şemê bi yêk deng Civata Ewlekarîyê biryar da ku demûdest tîmek pêkhatî ji heta 30 çavedêrên leşkerî yên bêçek berev Sûrîyê bêt hinartin.

Tê çaverê kirin ku tîma zêrevanan di nav çend rojan de bigehin Demeşqê.

Ew grop dê li ser çavanîya cîbicîkirina planek aştîyê ya ji layê nûnerê NY û Komkara Ereb Kofî Annan ve raportê bide.

Ew plan daxwazê dike hêzên hikûmetê ji herêmên bajarî bên vekêşan û dawî bi tepeserîya li dijî cudabîran bê anîn. Ew herwesa daxwazê ji serhildayan dike şerî rabigrin.

Hêzên Sûrîyê roja Pêncşemê li ser agir-besê razî bûn lê her du aliyên hikûmet û opozisyonê dibêjin êrîş berdewam bûne.

Bizavkaran gotin roja Şemê hêzên ewlekarîyê layê kêm pênc kes kuştin.

XS
SM
MD
LG