Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

N.Y. Daxwaza Lêkolîneke Serbixwe li ser Komkujiya Darîya Dike


Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon daxwaz dike ku bi zûtirîn dem lêkolîneke serbixwe li ser kuştina bi sedan kesên sivîl li devera Darîya ya ser bi Dîmeşqê bihête kirin.

Peyvdarê Neteweyên Yekbûyî Martin Nsirky roja Duşemê got ku berpirsê N.Y. bi tundî ew tawana hovane şermezar dike.

Darîya di destê hêzên serhildayan de bû û roja Pêncşemê ji layê hêzên rejîmê ve hate kontrolkirin.

Li gor serhildayan, bi sedan kes li Darîya ji layê hêzên hikûmeta Sûrî ve hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG